Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya li girtîgehên dewleta tirkî li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan yên li girtîgehan hatî destpêkirin, di roja 47’an de, didome.
Girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê, 27’ê Mijdarê, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafan yên li girtîgehan zêdebûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
Çalakiya girtiyan, di roja 47’an de didome.





