Li gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê erebeyeke bombebarkirî hat teqandin.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku li gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê erebeyeke bombebarkirî hatiye teqandin.
Li gorî çavkaniyan diyar kirî, erebe li çerxerêya destpêka gund ya li pêşiya şaredariyê ku niha navenda çeteyan e hatiye teqandin.
Derbarê ziyanên canî de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.





