Rojnameya Ronahî

Xwedîkirina heywanên lîs û çivîkan

Welatiyek li nêzî çemê Firatê li başûr rojavayê kantona Kobanê 23 cureyên firindeyên kedî li mala xwe xwedî dike.

Ji ber heskirina firindeyan, welatiyê bi navê Hisên Elî Hisên, gelek cureyên çûkan û ajelên kedî, xwedî dike.

Hisên bi birayê xwe re bi roj di werşeya sererastkirina erebeyan de kar de dike û pişt re bi ajelên xwe re eleqedar dibe.

Hisên Elî 3 hêştirme, 3 cure tawûsan, 5 cureyên mirîşkan di nav de yên kûvî û kedî mîna (feronî û rûmî), kevok, gelek cureyên kevok û çûkên din û kêvroşkan xwedî dike.

Li gorî Hisên Elî lêçûna xwedîkirina firinde û ajelan digihîje 12 hezar dolaran. Derbarê wê de got, êm biha ye û derfetên me jî kêm in. Ji du salan ve ez van firindeyan kom dikim. Min hewl da xezalan jî xwedî bikim, lê niha rewşa madî hinekî dijwar e.”

Li herêma Firatê mezreya Hisên Elî Hisên ya yekê ye û yên weke wê nînin.