Rojnameya Ronahî

Gelo mafê hikûmeta Îraqê û PDK’ê heye îdareya Şengalê bikin?

SERDEM SILO

Diyar e ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) pêvajoya referandûmê ji bîr kiriye an jî ji şaştiyên xwe yên berê ders negirtiye û her gav dikeve xefika siyaseta welatên herêmî û rojavayî, an jî ya rast ewe ku ajandayên wan welatan cîbicî dike, lê civaka Êzdî ji bîr nekiriye weke ku PDK’ê ji bîr kiriye dema ku 13 hezar pêşmerge welatiyên ji pêkhateya Êzdî di sala 2014’an de li pey xwe hiştin û reviyan. Êdî ev partî nikare weke berê deverên herêma Kurdistanê birêve bibe. Êdî her kes hevkariya vî partî bi xayîn û ajanan re ku dagirkeriya Kurdistanê dikin, dizane. Di rastiyê de ya ku ji bo vî partî girîng e Hewlêr, Dihok û Zaxo ye, ango deverên di bin desthilatdariya wê de ne, weke gotina gelêrî dibêje (bila dukanek be bila ya min be) û deverên din jî kî birêve dibe bila bibe, ti xema wê nîne. Ev li herêma Kurdistanê rastiyek e û tişta ku em dibînin, hikûmetek li Silêmaniyê rêveberiya deverên di bin desthilatdariya Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) de ne dike, hikûmeta Hewlêrê jî deverên di bin desthilatdariya PDK’ê de ne, birêve dibe.

Diyar e, em ê di vê raporê de gelek pirsan pêşkêş bikin. Em ê ji pirsa ku dibêje; Kî bû sedema jidest xistina ji sedî 52 ji xaka Herêmê û erebkirina deverên kurdî yên di ciyografiya Îraqê de ye? dest pê bikin. Ji bo em bersiva vê pirsê bidin divê em hinekî paşve vegerin û hin buyerên ku di sala 2017’an de rûdane bibîr bînin û em dûr nekevin. Hewlêr û Bexdadê di 9’ê Cotmeha sala borî de derbarê Şengalê de lihevkirinek îmze kirin, ango piştî 15 rojan ji roja salvegera referendûma têkçûyî ku serokê PDK’ê Masûd Barzanî ku di wê demê de serokê herêma Kurdistanê bû, û bi derketina encamên referandûmê, bê guman encamê bi nêrîna PDK’ê û hevkarên wê serkeftî bû. Lê gelo çi rûda? Di wê demê Heyder Ubadî ku serokwezîrê Îraqê bû ragihand ku ew referandûmê nas nakin û banga betalkirina encamên wê kir. Her wiha tedbîrên cezakirinê li dijî Herêmê dane meşandin. Yek ji van tedbîran herdu balefirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê di 29’ê Îlûna 2017’an de rawestandin û ev destpêk bû.

Di gava duyemîn de, Ubadî bi lez ket nava danûstandinên bi rayedarên Tirkiyê û Îranê re da ku hemû dergehên sînorî yên bi Başûrê Kurdistanê bigirin. Di encamê de Tirkiyê û Îranê dergehên xwe yên bi Herêmê re girtin û di wê demê de serokê Tirkiyê Erdogan got ku eger em kanîkê (henefî) li ser wan bigirin gelo Barzanî dê çi bike?.. dê ji birçîna re bimirin!. Ubadî jî biryar da ku hêzên Îraqê û Heşid El-Şehbî dest bi êrîşa li dijî Kerkûkê û herêmên di madeya (140) de bi nakok in, bikin. Di encamê de serweriya xwe di du rojan de li ser van hemû devan kirin û hêzên Pêşmerge ji van deveran ku 14 sal in di bin desthilatdariya wan de bûn, vekişiyan. Başûrê Kurdistanê bi vê yekê ji sedî 52 ji rûpîvana xaka xwe winda kir.

Piştî referandûmê, çi rûda? Mixabin, deshilatdariya siyasî û îdarî ya Kurdî (PDK’ê û YNK’ê) piştî 14 salan li ser deverek erdnîgarî ku ji sedî 52 ya herêmê tê gumankirin, bidawî bû. Lê encamên referandûma serneketî di vê astê de ranewestiya, lê belê rayedarên Îraqê ji vê yekê dûrtir çûn ku ji wê demê ve heta niha li van deveran guhartineke demografîk (erebkirin) tê meşandin. Hin aliyên Ereb hewl didin serweriya xwe li ser gundên kurdan ên parêzgeha Kerkûkê û deverên bi nakok ferz bikin û alîkariya xwe ji saziyên ewlehî û hin aliyên şovenîst û nijadperest werdigrin.

Piştî vê windabûnê, ango piştî referandûma serneketî, herêmê çi kir? Bê guman, tiştek nekir û tiştekî ku karibe bike jî tune ye. Rayedarên hikûmeta herêmê ev mijar nexistin rojeva danûstandinên  di navbera Hewlêr û Bexdadê de û ne jî xistin ajandeya parlemana Îraqê da ku were nîqaşkirin û malbatên kurdan ên ku hatine koçberkirin herî hindik bêne vegerandin. Berûvajî wê li van deveran tevgera koçkirina kurdan ji ber siyasetên nijadperest ên rêveberiyên van deveran hêjî berdewam dike. Kurdên li van deveran li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê jî rû bi rû diman û di vê sala borî de bi dehan welatiyên Kurd bi destên çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û revandin. Êdî evan dever piştî referandûmê hatin jibîrkirin.

PDK’ê xiyaneta xwe bi vê yekê bes nekir û êdî li ser hesabê welatiyên Êzdî komployan dide meşandin. Em dibînin ku PDK’ê bi hevkariya dewlet Tirk û hikûmeta Îraqê bi hemû derfetên xwe hewl didin nimûneya rêveberiya xweser a tekane li Îraqê ku li Şengalê pêk hatiye, hilweşînin. Cara yekemîn e di dîrokê de welatiyên Êzdî rêveberiya xwe bi xwe di bin sîwana rêveberiya xweser de dikin. Lê diyar e ev tecrûbeya Êzdiyan aliyên ku lihevkirin îmze kirine, tengezar dike.

Em neçar in pirsek din bikin, gelo Tirkiyê û Îraqê û herêma Kurdistanê ewqasî xema civaka Êzdî xwarine û ji bo wan girîng e? Bê guman na, Şengal beriya fermana qirkirinê ya 73-an û di dema rejîma Baas’ê de, hatibû paşguhkirin. Kesekî nedizanî ku Êzdî li Şengalê hene û Şengal ji hemû xizmetguzariyên sereke bê par mabû. Tevî hilweşandina rêjîma Baas’ê di sala 2003’an de û hikûmeteke federal û hikûmeta herêma Kurdistanê hatin avakirin jî, dîsa rola Êzdiyan di herdu hikûmetan de hate paşguhkirin. Ji ber ku Şengal di keve deverên bi nakok ên madeya (140) herdu hikûmetan û bi rêbazên cûda xwestin serweriya xwe li ser ferz bikin û desthilatdariya xwe li ser hesabê ola Êzdî zêde bikin. Di 3’yê tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşeke berfireh û hovane bi hevkariya hikûmeta Îraqê û Tirkiyê û heta PDK’ê li dijî Şengalê pêk anîn û dest bi qirkirina welatiyên Êzdî kirin û ji bo berjewendiyên xwe yên aborî pêk bînin, Êzdiyan ji sînorê di navbera Sûriye û Îraq û Tirkiyê dûr bixin. Ev yek piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê eşkere bû dema ku Tirkiyê bernameya xwe ya riya hesen (Ovako) di sala 2017’an de pêşkêşî Îraqê kir. Ev rê jî dê Îraqê û Tirkiyê bi riya Şengalê girê bide û di encamê de Tirkiye dê serweriya xwe li ser Mûsil û Kerkûkê ferz bike. Lê piştî rizgarkirina Şengalê û bi avakirina rêveberiya xweser re evan pilanên dagirkeriyê ji bo Îraq û Tirkiyê û PDK’ê pûç bûn.

Ji şeş salan ve, qezaya Şengalê bi hemû pêkhatiyên xwe yên Şîa, Sunnî û Êzdî di bin sîwana rêveberiya xweseriya demokratîk de jiyan dike. Ji wê demê ve ti nakokî di navbera van pêkhateyan de nehatiye qeydkirin. Berûvajî wê li deverên di bin serweriya hikûmeta federal û herêma Kurdistanê de ne rojane nakokî derdikevin û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî hêzên hikûmeta Îraqê jî berdewam in. di Mijdara sala borî de wezîrê parastinê yê Îraqê Cuma Inad Sadûn deverên ku çeteyên DAIŞ’ê têde bi cih bûne ragihand û got: “Hejmara çeteyên DAIŞ’ê li Îraqê di navbera 1500 û 2000 çete de ye û li deverên bakurê Bexdadê, parêzgehên Diyala û Babil û hin deverên din ên ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, bi cih dibin”. Wezîrê Karên Derve jî dema serdana Mosko dikir diyar kirk u çeteyên DAIŞ’ê çalakiyên xwe li Îraqê zêde kirine. Li vir divê em vê pirsê ji hikûmeta Îraqê bikin, gelo pêwîstiya kîjan deveran bi hêza Îraqê heye, Şengal ku ji 6 salan ve ti êrîş li dijî wê pêk nehatin yan deverên ku çeteyên DAIŞ’ê her diçe têde çalaktir dibin?

Li aliyekî din Îraq bi giştî di aloziyeke aborî ya giran re derbas dibe û di encamê de rêjeya bêkariyê û penabertiyê zêde bû û rêjeya penabertiyê li Îraqê di vê sala borî de li gorî rêxistina Lûtke ya karûbarên koçberên Îraqê gihîşt 32 hezar kes. Her wiha deynên li ser hikûmeta Îraqê kombûne jî 160 milyar dolarên Emerîkî derbas kir. Her wiha deynên li ser hikûmeta Herêma Kurdistanê jî 28 milyar dolar derbas kir. Ev yek tê wateya ku herdu hikûmetan îflas kirine û nikarin doza Şengalê çareser bikin ku propagandaya xwe bi rêya hin xizmet û alîkariyan dikin. Li vir divê em pirseke din bikin, çawa evan herdu hikûmetên îflas kirine dikarin xizmetê bikin û welatiyên Êzdî qerbû bikin û Şengalê ji nû ve ava bikin? Eger ev yek rast be divê hikûmeta Îraqê Mûsilê û derdora wê ji nû ve ava bike û rê ji vegera welatiyên hatine koçberkirin re veke, nemaze ku bi hezaran di kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û hin kampên di hundirê Îraqê de hatine bicihkirin. Her wiha ji hikûmeta herêma Kurdistanê jî tê xwestin ku xizmetguzarî û binesaziya bêtirî 300 gundên li deverên sînorî yên bi Tirkiyê re pêşkêş bike û rêya karmendiyê ji xwedî bawername û pisporan re veke û mûçeyên hatine derengxistin bide.

Tişat ku niha li qezaya Şengalê rû dide komployeke nû li dijî Êzdiyan e û em dikarin weke xefikekê ku ji aliyê Tirkiye û hikûmeta Îraqê û PDK’ê ve li gorî pilaneke Emrîkî hatiye vegirtin, binav bikin. Di çarçoveya lihevkirina girêdayî Şengalê û Israra Emerîka ya pêkanîna vê lihevkirinê. Nûnera Netewên Yekbûyî li Îraqê Jenîn Blasxart di 29’ê Mijdara sala borî de bi hêz û rûspiyên eşîrên Sunnî ku destên wan di xwîna Êzdiyan de ne û bi kurdên sîxoriyê ji PDK’ê re dikin û hin rûspiyên deşta Nînewa re li Mûsilê civiya. Blasxart israr di civînê de ji van ajanan xwest û israr kirk u lihevkirinê pêk bînin. Ev lihevkirin li gorî Emerîka komên Şîa yên girêdayî Îraqê ji derdora Mûsilê û deşta Nînewa û sînorên bi Sûriyeyê re dûr dixe, ku Îran wekî korîdorekî bikar tîne. Emerîka jî hewl dide wan dûr bixe da ku baregehên xwe yên li aliyê Sûriyê û bi taybet baregeha Tenefê ya girêdayî Dêrazorê ya nêzî sînorê di navbera Sûriye û Îraqê de ye biparêze. PDK’ê û Tirkiye û hikûmeta Îraqê jî israr dikin ku vê lihevkirinê pêk bînin da ku berjewendiyên xwe yên aborî biparêzin, di serî de pêkanîna projeya riya hesin a di navbera Tirkiyê û Îraqê de û di enamê de ola Êzdî li Şengalê tune bikin.

Li aliyê din di 23’yê Mijdara sala borî de Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê derbarê rewşa Şengalê û pilanên Îraqê li deverê daxuyaneke nivîskî da û têde bang li hemû hêz û aliyên siyasî kir ku bi erka xwe ya parastina civaka Êzdî li Şengalê rabin û pirsên xwe ji aliyên lihevkirinê re wiha anî ziman: “Çima dema êrîşa DAIŞ’ê hêzên xwe neanîn Şengalê? Gelo dema me şerê DAIŞ’ê dikir evan hêz li ku derê bûn? Niha jî pêdiviya Şengalê bi hêzeke leşkerî ji derve tune ye, ji ber ku hêza parastina Şengalê ji ciwan û jinên ciwan ên Êzdî pêk tê û dikarin Şengalê biparêzin”.

Bi rastî, pirsên ku ji wan aliyên hevpeymanê re hatine kirin gelekî girîng in, û em dikarin gelek pirsên din lê zêde bikin. Gelo beriya kambaxî bi serê Şengalê de were aliyên serweriya Şengalê dikirin hatin cezakirin an darizandin? Çawa yên ku Şengal li hemberî komkujiyan rû bi rû hiştine dikarin careke din werin û serweriya xwe ferz bikin? Eger evan alî neyên darizandin ev yek tê wateya ku destên hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta fedral a Îraqê li rex çeteyên DAIŞ’ê di qirkirina civaka Êzdî de hene. Eva ji çarenûza bi hezaran Êzdiyên heta niha winda ne, berpirsyar in. Ji mafê Êzdiyan e ku baweriya xwe bi hikûmeta Îrraqê û Herêmê di avakirina rêveberiyeke taybet ji bo wan neynin.

Welatiyên Şengalê jî gelek xwepêşandan li derxistin û nerazîbûna xwe li hemberî vê lihevkirinê anîn ziman û diyar kirin ku ev lihevkirin fermaneke qirkirinê ya nû bi navê qanûnê li dijî Êzdiyên Şengalê ye. Civaka ku serê xwe ji rêxistina herî metirsîdar û hovane re netewandiye ku heta niha cîhan ji hovîtiya wê ditirse, ne pecan e rêveberiya xwe radestî aliyên ku beriya 6 salan xiyaneta wê kiriye, bike. Qezaya Şengalê dê li hemberî xefên dewletên sermiyadar bibe mertal û dê hemû komployên sîstemên desthilatdar ku hewl didin serweriya xwe bi rêbazên leşkerî û istixbaratî ferz bikin, pûç bike. Ev yek jî dê bi rêya hevkariya pêkhateyên Şengalê û hêzên demokratîxwaz re pêk were.