Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mamoste û xwendekar: Emê bi pênûsên xwe şerê dagîrkeran bikin

08/01/2021
in NÛÇE
A A
Mamoste û xwendekar: Emê bi pênûsên xwe şerê dagîrkeran bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta tirkî ya dagîrker, bi durişma “Emê bi pênûsên xwe şerê terorê bikin û dagîrkeriyê têk bibin” bi hezaran mamoste û xwendekarên Minbic û gundewarê wê xwepêşandaneke girseyî li dar xistin.

Xwepêşandana ji aliyê Komîteya Fêrkirin û Perwerdeyê ve hatî birêxistinkirin, ji çerxerêya Mîzan ya rojavayê bajêr dest pê kir û heta Yarîgeha Beledî ya li navenda bajêr dewam kir. Xwepêşandêran durişmên silavkirina berxwedana şervanên QSD`ê û berxwedana şêniyên Eyn Îsa yên li hemberî êrişên dagîrkeran, avêtin.

Li yarîgehê, hevserokê Rêveberiya Giştî ya Dibistanan Hesen El-Ebdullah wiha axivî: “Em bi zanabûn, têgihîştin û îradeya xurt xwe bi çek dikin da ku em ji hêzên terorîst re bêjin ku em ji Rêveberiya Xweser û rêbazên wê yên rêvebirina kar û barên perwerdeyê, aborî û civakî razî ne. Baweriya me bi jiyana hevbeş heye, çimkî em di aramî û ewleyiyê de dijîn.”

Hevserokê Yekîtiya Mamosteyan Qeys Ebade jî diyar kir ku êriş û zêdegaviyên domdar yên dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê li ser navçeya Eyn Îsayê hene û got, ev êriş nîşan didin ku aramiya li herêmê li xweşê dewleta tirkî ya dagîrker nayê û naxwaze şerê li Sûriyê bi dawî bibe.

Mamoste Emîne Ehmed jî bi navê mamosteyan wiha axivî: “Em îro li vir in, em diyar dikin ku em dagîrkeran û kiryarên wan yên dermirovî red dikin. Dewleta tirkî û çeteyên wê hewl didin senaryoya Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî û roxandin û kuştinê, careke din pêk bînin.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.