Hêzên dewleta tirkî ya dagîrker li nêzî riya M4 ya li bakurê rojavayê Eyn Îsayê dest bi avakirina baregeheke mezin kir.
Avakirina baregeha leşkerî, digel topbarana dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê yên derdora navenda navçeya Eyn Îsa û bersivdayîna QSD’ê pêk tê. Dewleta tirkî hefteya 7’an e bênavber êrişî derdora Eyn Îsa dike.
Di dîmanan de tê diyarkirin ku baregeha dewleta tirkî 500 metreyî ji bakurê riya M4 dûr e. Di baregehê de radar, alavên leşkerî û çekên giran hatine bicihkirin. Li derdora baregehê jî bend hene.
Baregeha leşkerî ya dewleta tirkî kîlometreyekê ji nuqteya hevbeş ya hêzên hikumeta Şamê û hêzên Rûsya ya li aliyê başûrê riya M4, dûr e.
Yekşema borî, dewleta tirkî ji aliyê baregehê ve, cara yekê aliyên başûrê Eyn Îsa topbaran kirin, di encamê de 2 sîvîl birîndar bûn.
Dewleta tirkî ya dagîrker 23’yê Mijdarê, avakirina baregeha leşkerî ya li nêzî gundê Seyda yê 2 km. li bakurê Eyn Îsa bi dawî kiribû.





