Çavkaniyeke ewleyiyê ragihand ku 5 kesên xwekuj êrişî baregeheke Rûsya ya li başûrê bajarokê Eyn Îsayê kirine.
Çavkaniyê diyar kir ku erebeyeke bombebarkirî û 5 kesên xwekuj êrişî baregeha Rûsya ya li bajarokê Til Semin yê başûrê Eyn Îsayê kirine.
Çavkaniyê herwiha da zanîn ku hêzên Rûsya hewldana wan ya ketina hundirê baregehê têk birine û piştî ku erebeya bombebarkirî li deriyê ketina baregehê teqiya, êrişkar hatine kuştin.
Hê hêzên Rûsya têkildarî bûyerê ti daxuyanî nedane.
Malperên tevna civakî, daxuyaniyeke rêxistina ‘Huras El-Dîn’ ku êriş girtibû ser xwe belav kir. Lê heta vê kêliyê, daxuyanî nehatiye piştrastkirin.





