Saturday, May 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Civakeke birêxistinkirî misogeriya jiyana komînal e

04/01/2021
in Uncategorized
A A
Civakeke birêxistinkirî misogeriya jiyana komînal e
Share on FacebookShare on Twitter

Bi armanca avakirina civakeke exlaqî û demokratîk ya li ser bingehê ruhekî hevbeş, Tevgera Civaka Demokratîk li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê gelek yekîtî ava kirin.

Ji bo birêxistinkirina civakê ber bi jiyaneke komînal ya li ser rêgezên neteweya demokratîk ve Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Helebê yekîtiyên gelek beşan ava kirin.

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de diyar dike ku bi jiyana komînal mirovayî, edalet, mafên mirovan, cihê ku wekheviya di navbera mêr û jinan de pêk tê, jin ji milkiyeta mêran xilas dibin û qada hevjiyana azad çêdibe.

Ji ber wê mirov dikare pênaseya Komînê wiha bike; şêwazê jiyana demokrat û komînal. Ew bi awayekî rasterast birêxistinkirinên bingehî yên demokratîk in. Yekîneyên civaka exlaqî û siyasî ne.

Bi kurtayî  ew taybetmendiyên erênî mîna yekîtiya azad, wekhevî, hevgirtin û parvekirinê ji xwe re esas digire û giyaneke afirîner çêdike. Herwiha ew nimûneya civaka birêxistinkirî ya li derveyî çarçoveya dewletê ye.

AVAKIRINA CIVAKA EXLAQÎ Û DEMOKRATÎK

Têkildarî armanca avakirina yekîtiyan hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya Helebê Sûad Hesen axivî û rol û girîngiya wê ji civakê re diyar kir û got: “Armanca avakirina yekîtiyan ew e ku civakeke exlaqî û demokratîk ava bibe û ji bo pêkanîna hevgirtinê, tevayiya civakê cihê xwe tê de bigire.”

Sûad Hesen wiha domand: “Ji bo civakê bi taybetî kesên ku têkiliyên wan bi meclis û komînan re nîne, me dest bi avakirina projeya demokratîk kir. Ji bo nûnertiya wan were kirin, ev yekîtî hatin avakirin.”

Di 2020`an de TEV-DEM`ê girîngî da avakirina yekîtiyan. Di wê çarçoveyê de li derdora 25 yekîtî hatin avakirin.

Sûad da zanîn ku di 2020`an de dermanxane, karkerên tenduristiyê, karker, hunermend, mamoste, bijîşk, bazar û qehwexane, 18 hatin avakirin. Herwiha 7 beşên din hatin avakirin. Li gel vê yekê Mala Êzîdiyan ya li Helebê piştgirî dayê.

Sûad Hesen da zanîn ku Yekîtiya Dermanxaneyan 120 çenteyên tenduristiyê belav kirin.

Di heman demê de yekîtiyê bi alîkariyên komî yan jî şexsî yên ku jê re dihatin pêşkêşkirin, lêçûnên dermankirina hinek kesan girt ser xwe.

PLANSAZIYÊN HEYÎ

Sûad Hesen têkildarî hevkariya bi Yekîtiya Bijîşkan re eşkere kir ku di plansaziya wan de ku lênûskên tenduristiyê ji endamên yekîtiyên karkeran û mamosteyan re çêkin, da ku nîvê heqdestê bijîşkan bidin.

Hevseroka TEV-DEM`ê Sûad Hesen di dawiya gotina xwe de got, yekîtî di qonaxên avakirinê de ne, ji wan; yekîtiya dikandaran û hewldana piştgiriya ji odeya pîşesazan û bazirganên hevbeş tên kirin.

 

 

Post Views: 30
ShareTweetPin

Herî Dawî

Tebqa; piştî 8 salan ji rizgarkirinê
CIVAK Û JIYAN

Tebqa; piştî 8 salan ji rizgarkirinê

10/05/2025
Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo
NÛÇE

Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo

09/05/2025
PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.