Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê ragihand ku di operasyonên hêzên QSD’ê yên li herêma Dêrezorê de 14 endamên şaneyên veşartî hatine girtin û 3 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li herêma Dêrezorê gelek operasyon pêk anîn. Di encamê de 14 endamên şaneyên veşartî ku roja sersalê amadekariya êrişan dikirin hatine girtin.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
“Şaneyên razayî yên DAIŞê yên di amadekariya çalakiyan de hatin bêbandorkirin.
Roja 31’ê Kanûnê li herêma Dêrezorê, li bajarokê Sûwar û Kesra û li gelek gundên girêdayî wan, yekineyên me li hemberî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê operasyon li dar xistin. Di encama wan operasyonan de 14 endamên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin. Ev kesên hatîn girtin, ji bo ku sersalê çalakiyan bikin di nava amadekariyê de bûn. Heman rojê di operasyona li nêzî gundê Ebû Nîtil yê bajarokê Sûwar hatî lidarxistin de, 3 çeteyên DAIŞ’ê yên Iraqî hatin kuştin.”





