Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand ku endamekî wan yê ji rêveberiya bajarê Minbicê di dema pêkanîna erkê xwe de şehîd bûye.
Navenda Ragihandinê ya Trafîka bakur û rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Eşref El-Hîlal, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya Trafîkê diyar kir ku endamê rêveberiya hêzên trafîkê li bajarê Minbicê di 11`ê Mijdara 2020`an şehîd bûye.
Rêveberiya Giştî ya Trafîka bakur û rojhilatê Sûriyê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata şehîd Eşref re xwest û soza domandina parastina nirxên edaletê û mayîndekirina aramî û ewleyiyê, nû kir.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Endamekî rêveberiya hêzên me li Minbicê di dema pêkanîna erkê xwe li hemberî gel û xaka xwe de, şehîd bû.
Wek Rêveberiya Giştî ya Trafîka bakur û rojhilatê Sûriyê, em sersaxiyê ji malbata şehîd Eşref El-Hîlal re dixwazin û diyar dikin ku emê parastina nirxên edaletê û mayîndekirina aramî û ewleyiyê li herêmên xwe, bidomînin. Herwiha emê riya şehîdên xwe bişopînin.”
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û Paşnav: Eşref El-Hîlal. Navê Bav: Seîd. Navê Dayîkê: Muîne. Cih û dîroka jidayîkbûnê: Ewseclî ya Mezin, 15 Sibat 1976. Cih û dîroka tevlêbûnê: Minbic, 24 Cotmeh 2016. Cih û dîroka şehadete: Minbic, 11ê Mijdarê 2020





