Rênas Efrîn
Dîrok zanisteke li ser tevahiya jiyana civakî ya mirovan lêkolîn dike. Cih, dem, sedem, encam û berhemên destkeftî digire dest. Mijara dîrokê bi hemû aliyên xwe ve bûyer û serpêhatiyên mirovahiyê ne. Dîrok ne tenê hafîzayeke civakî ye ku bûyeran tomar dike, lê belê ew dergûşa gerdûnê ye, rastiyên mirovahiyê nifş bi nifş diparêze û ji bo civakên nûjen dike rastiyeke lêvegerînê. Yek ji zanistên civakê ye, lewra pêwîst e bi rêbazeke diyar bê lêkolînkirin. Her ku dem di ser mirovahiyê re bibore, dibe malê dîrokê. Mînak, her pêvajo bi serê xwe dîrokeke. Di vê wateyê de jî li hember dîrokê bi eniyeke paqij û vekirî, li pêşberî paşêrojê bi hêviyek mezin mirov radibe û rê werdigere. Bêguman encam serkeftin e.
Di ronîkirina bûyerên dîrokî de xalên bingehîn ev in: Bûyerên dîrokî di demên borî de, di dem û cihên diyar de derketine holê. Derdorên cografîk û mercên xwezayî yên civaka jiyayî pir girîng in. Awayê jiyanê û pêşketinên wan, girêdayî rewşa wan a cografîk e. Bi bandora dîrok û cografyayê xwediyê xisletên cihêwaz in ku ev yek îro jî bi hêsanî tê dîtin. Di encama vê yekê de herikîna dîrokê, li derdorên cihê de bi awayên cuda pêk hatine. Tiştek bê dem û bê cih nabe.
Em di nav xebat û têkoşîneke dîrokî de ne, lê ti tevgereke şoreşger ewqasî lêdanê qebûl nake. Wekî ku tê zanîn dîrok bi qasî îfadeya bîr û hafizeya civakî ye, ewqas jî îfadeya em kî ne, ji kur hatine û çawa dijîn e jî. Li dijî dîroka serdestan, derxistina holê ya dîroka me ya cewherî, watedarkirin û li ser wê avakirina pêşerojê, sedema hebûn û nasnameya me ye. Bi xwedîderketina hemû mîrasên dîrokê yê civaka exlaqî-polîtîk, hegemonyaya pergala kapîtalîst derbas kir û di asta herêmî-gerdûnî de hesta hêvî, bawerî, moral û jiyana azad di nav mirovahiyê de afirand. Dîrok bi aliyên xwe yên heyberî û rewanî ve pireke di navbera dema derbasbûyî û dema bê de hatiye sazkirin e û guftûgoyeke berdewam e.
Cîvaka ku dîroka xwe nizane, dişibe mirovek hişê xwe windakirî. Di heman demê de piraniya dîroka mirovahiyê bi destê dagirker û desthilatan hatiye nivîsîn. Lewma dîrok gelekî hatiye berovajîkirin û gelek aliyên wê di tariyê de mane. Mebest ew e, ew tiştên heya niha mirov fêr bûne, dibe ku gelek ji wan bigihin rastiya xwe ya resen û bêne guhertin. Ji bo gelê Kurd fêrbûna dîrokê pir girîng e.
Dîrok, hiş û bîra mirovahiyê ye. Dîrok ji bo bi zanebûn sazûmankirina dema bê jêdera herî girîng e û pêwîst e mirov serî lê bide.
Em nikarin dîrokê ji hev du qut bikin û li gorî şert û mercên serdestan vebêjin, gotina ku dibêje: “Yên serkeftî dîrokê dinivîsînin” gotineke tewş e û nabe malê dîrokê, ji ber ku xwediyên dîroka bi hezar salan civak in û çendîn civak rastî qirkirinan hatibin û nikarîbin dîrok rast şîrove kiribin, bêguman rastiyeke veşartî di nava dîrokê de hiştine, şopeke ku nayê windakirin û herifandin li pey xwe hiştin e, vaye şûnwarên dîrokî çendîn rastî topbaran, erdhej û guhertina demografîk hatine jî, lê dîsa ji aliyê xwediyên xwe ve weke ronahiyê tê dîtin. Civak bi nivîsandina dîrokê bîr û hafîzeya xwe dike rastiyeke ku neyê windakirin. Nexasim gelê kurd di rêveçûna dîrokê de çendîn rastî jiholêrakirina dîroka xwe ya kevnar hatin, çendîn hêzên dagirker şûnwarên dîrokî binav kirin û hewla têkbirina nîşaneyên hebûna gelê kurd kirin, encam serkeftina îrade û çanda bi hezarê salan a gelê kurd bû. Ji ber ku dara ku li ser koka xwe şîn bibe, tu hebûn nikare wê bi temamî ji cih û koka wê bike û winda bike






