Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di her pêşketinekê de afirandinek

15/07/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Di her pêşketinekê de afirandinek
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed / Qamişlo

Ji destpêka avakirina Zanîngeha Rojava û heya roja îro, xwendekar di nava pêşketineke domdar de ne; êdî her tiştî bi fikir û jêhatiya xwe diafirînin. Xwendekaran diyar kirin ku her projeyek ji bo wan gavavêtina ber bi pêşerojê ve ye.

Zanîngeha Rojava yek ji girîngtirîn navendên akademîk ên Rojava ye ku bi hezaran xwendekar lê perwerde bûne û derçûne. Di her beşekî zanîngehê de pêşketineke berçav heye û her xwendekarek bi hêz û hişê xwe tevdigere. Ji ber vê yekê, bi taybetî xwendekarên beşên zanistî di pêşketineke kûr re derbas diben û tiştên nû diafirînin.

Xwendekarên zanîngehê di nav çend mehan de projeyên cihêreng amade kirin. Ev projeyên ku di beşên zanistî de hatine çêkirin, di 29 û 30’ê Pûşperê de di pêşengeha zanîngehê de hatin nîşandan. Projeyên ku herî zêde bala serdêran kişandin robot û makineyên elektrîkî bûn. Li ser vê mijarê, xwendekarên beşên elektronîkê Mihemed Îsa û Solîn Hesen ji rojnameya me re axivîn.

‘Projeya me makineya elektrîkî bû’

Mihemed Îsa diyar kir ku projeya wî çêkirina makineyeke elektrîkî bû û wiha anî ziman: “Pirojeya me li ser makineya elektrîkî bû. Mebesta me ya bingehîn ew bû ku di vê serdemê de mazot û benzîn pir buha bûne, ji ber wê me xwest em amûreke elektrîkî biafirînin da ku her kes bikaribe bi hêsanî bimeşîne. Dema ku me ev çêdikir, em rûbirûyî gelek astengiyan bûn, ji ber ku parçeyên wê kêm bûn; tevî vê yekê jî me hemû parçe ji dukanên Qamişlo peyda kirin. Di pêvajoya çêkirinê de tenê em sê xwendekar û mamosteyek bûn, xebatê jî nêzîkî çar-pênc mehan ajot heya ku bi dawî bû. Hêviya me ew e ku aliyên peywendîdar di dabînkirina parçeyan de bibin alîkar, da ku em projeyên xwe berfireh bikin û di pêşerojê de tiştên hîn bikêrtir ji bo civakê biafirînin.”

‘Projeya me ji bo xizmeta civakê bû’

Solîn Hesen jî bal kişand ser girîngiya projeya xwe û wiha got: “Îro armanca me ya sereke ew e ku em tiştên weha çêbikin ku fêdeya wan ji civakê re hebe. Ji ber vê yekê me robotek çêkir da ku wekî alîkar xizmeta nexweşxane, xwaringeh û kesên temenmezin bike. Me du meh û nîvan li ser vê projeyê xebat kir, ji ber ku dîtina parçeyan pir zehmet bû. Ev robot hem bi pîlan  dixebite û hem jî bi riya kontrolê tê birêvebirin. Ev ji bo me pêşketineke mezin e ku em îro dikarin ji bo civaka xwe tiştên bi fêde berhem bînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.