Li gorî biryara Rêveberiya Xweser, rêveberiya kampa Holê beşa 9`an ya koçberên sûrî yên dixwazin vegerin herêmên xwe ji kampê derxist.
Bi dehan koçberên ji bajarê Reqa û Tebqa ku ji ber çeteyên DAIŞ`ê reviyabûn, li qada ji bo derketinê hatî veqetandin kom bûn û li benda derketina ji kampê bûn.
Ev beşa 9`an ya koçberên Sûriyê ye ku dixwazin ji kampê derkevin. Berî çend mehan, bi hezaran malbatên sûrî ji kampa Holê derketin. Piraniya wan rêwîtiyan bi riya kefaletan ku rûspî û serokên eşîran dane, pêk hatin.
Beşa nû derketî ji 111 malbatên ango ji 385 kesan piraniya wan jin û zarok in û ji bajarên Reqa û Tebqayê ne, pêk tê.
Bi dehan endamên Hêzên Ewlekariya Hundir bi malbatên koçber re diçin da ku wan bi ewleyî radestî xizmên wan bikin.
Beşa 8`an 21`ê Kanûnê ji kampê derketibû.





