Balafirên şer yên artêşa tirkî ya dagîrker vê carê jî Geliyê Pîra yê li herêma Barzan ya başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.
Rojnewsê ragihand ku balafirên şer yên dewleta tirkî ya dagîrker Geliyê Pîra yê li rêzeçiyayên Şîrîn ya ser herêma Barzan, bombebaran kirin.
Derbarê ziyanên hatîn dayîn de ti agahî nehatine bidestxistin.
Balafirên dewleta tirkî ya dagîrker berî vê bombebaranê jî gundê Bankê yê Zaxo bombebaran kiribû.
Ya balkêş ew e ku li hemberî êrişan hikumeta Başûr bertekê nîşan nade.





