Dezgehên çapemeniyê yên girêdayî hikumeta Şamê dan xuyakirin ku li ser riya Dêrezor-Tedmurê di encama êrişekê de 28 kesan jiyana xwe ji dest da. Li aliyekî din jî SOHR’ê da zanîn ku kesên hatîn kuştin ji endamên hêzên hikumeta Şamê ne û jimara wan 30 ye.
Kanala Sama ya girêdayî hikumeta Şamê ev agahî dan: “30yê Kanûnê nêzî saet 16:00’an piştî nîvro, êrişeke terorî li dijî basekê li ser riya Dêrazor-Tedmurê ya li herêma Kebacibê pêk hat. Di encamê de 28 şênî şehîd bûn û 8 birîndar bûn.”
Li aliyekî din jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR) da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê ji 3 basên veguhestina endamên hêzên hikumeta Şamê re li devera Şola ya li ser riya Himis-Dêrazorê kemîn vedan. Di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.
Li gorî SOHR’ê jimara kuştiyan 30 û ya birîndaran jî 15 ye.





