Êrişên artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê yên ser Eyn Îsa û gundewrê wê dewam dikin. Li hemberî êrişan QSD û gelê herêmê berxwedana xwe xurt dikin. 3 şervanên li eniya Eyn Îsa yên Kurd, Ereb û Tirkmen jî gotin, wê berxwedana me heta dawiyê bidome.
Li hemberî êrişên dagîrkeriya dewleta tirkî û çeteyên wê 3 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) yên Kurd, Ereb û Tirkmen ji bo parastina erdê xwe li eniya şer ya li Eyn Îsa, li kêleka hev berxwedanê dikin.
‘EM Ê GELÊ XWE Û HERÊMÊ BIPARÊZIN’
Şervanê QSD’ê Berxwedan Şehba yê Tirkmen diyar kir ku di hefteya dawî de artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê êrişên xwe li ser herêma Eyn Îsa domandin û got, me êrişên wan hemû şkandin. Armanca dewleta tirkî ji van êrişan ew e ku gundê Mielek, Seyda û Mişêrfê dagîr bike. Em şervanên QSD’ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî emê van herêman û gelê xwe biparêzin.”
Şervanê QSD’ê Egîd Qeremox yê Kurd diyar kir ku dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê bi hev re êrişî bajarê Eyn Îsa dikin û wiha got: “Vê hefteyê êrişên ser gundê Mişêrfê, Cehbel, Xalidiyê, Hoşan, Seyda û derdora kampê dewam kirin. Lê gelek kuştî û birîndarên wan çêbûn, cenazeyên wan jî li erdê mane. Em şervanên QSD’ê û gelên herêmê emê bi hev re li hemberî êrişên dagîrkeriyê bisekinin û herêmên xwe biparêzin.”
‘LI HEMBERÎ ÊRIŞAN EMÊ BERXWEDANÊ BIDOMÎNIN’
Herwiha şervanê QSD’ê Xeys Genas yê Ereb jî wiha axivî: “Me êrişên çeteyan yên ser gundê Mielek, Seyda, Mişêrfê û Cehbel şkandin. Di heman demê de emê bi gelên herêmê re li hemberî her êrişê heta dawiyê li ber xwe bidin.”






