Li gundekî navçeya Tirbespiyê di encama şewatekê de, ji malbatekê 3 zarokan jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Heso Retla yê 15 km li başûrê rojhilatê Tirbespiyê agir bi çewlika mirîşkan (medcene) ket. Di encamê de ji malbatekê 3 zarokên di çewlikê de dixebitîn jiyana xwe ji dest da. Kesên jiyana xwe ji dest dayîn keçek û du kurên ji 6 salî heta 10 salî bûn.
Tîma agirkuj yekser berê xwe da cihê şewatê û şewat vemirand. Hat diyarkirin ku ji ber sobeyê di çewlikê de şewat derketiye.






