Meclisa Malbatên Şehîdan ya Herêma Efrînê, ji bo gerîlayê HPG`ê Armanc Welat yê di berxwedana Heftenînê de şehîd bûyî, merasimek xiyabî li dar xist.
Bi hezaran welatiyên herêma Efrînê ji bo beşdariya merasima şehîd Orhan Mihemed (Armanc Welat) ku 19`ê Cotmeha 2020`an li Heftenînê şehîd bûbû, berê xwe da gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa.
Endamê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Xeyo Hesen, endama Kongreya Star ya navçeya Şêrawa Leyla Xelîl, endamê Rêveberiya Meclisa Navçeya Şêrawa Henîf Seydo û endamê Meclisa Herêma Efrînê Dilsoz Efrîn di merasimê de axivîn.
Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd û gelên herêma Efrînê re yên li herêma Şehbayê li ber xwe didin, xwest û bal kişand ser rola mezin ya fedakariya şehîdan di pêşengiya civakê de.
Axaftvanan herwiha berxwedana Heftenînê silav kir û da zanîn ku berxwedan bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de hatiye nivîsandin.
Di axaftinan de, bang li PDK`ê hat kirin ku riya xwe rast bike da li pey berjewendiyên dewleta tirkî ya dagîrker neçe.
Piştî axaftinan, wesîqeya şehîd Armanc Welat ji aliyê endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Nûra Şahîn ve hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.






