Artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê li Efrîna dagîrkirî nêzî 900 darên zeytûnan birîn.
Dewleta tirkî sûcên xwe yên li dijî şêniyên Efrînê didomîne. Çeteyên Koma El-Hemzat nêzî 900 darên zeytûnan li navçeya Mabata ya kantona Efrînê birîn.
Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên El-Hemzat nêzî 300 darên welatiyê bi navê Mihemed Şêx Hemûd û 600 darên Ehmed Kêfo qut birîne.
Li gorî raporên Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyê, dewleta tirkî û çeteyên wê ji destpêka dagîrkirina kantonê ve bi dehhezaran dar birîne.






