HPG’ê ragihand ku di encama çalakiya hêzên gerîla ya li Xantûrê ya Heftanînê de 3 dagîrker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagîrkeriyê ev agahî par ve kirin:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê de 22’yê Kanûnê li dijî dagîrkerên li devera Xantûrê ya Heftenînê, ji du baskan ve çalakî hat kirin. Di baskê yekê yê çalakiyê de çepera çeka A4 hedef bû. Ev çeper tevî 2 dagîrkerên tê de hatin tinekirin. Baskê duduya jî çeperek din kirin hedef û lê dan, li vir jî dagîrkerek hat cezakirin.
Di vê çalakiyê de bi giştî 3 dagîrker hatin cezakirin”.





