Fermandarekî koma Hizbullahê ya Iraqê Ebû Elî El-Eskerî gefa “jêkirina guhên Kazimî” xwar û got, dibe ku şerekî giştî derkeve.
Ebû Elî El-Eskerî li ser hesabê xwe yê Twitterê got, “Ihtimal heye ku şerekî giştî derkeve. Ji ber wê divê ti kes vê derfetê nede dijmin û nebe aliyê ku şer dide destpêkirin.”
Li ser gotinên ku dibêjin hêzên wan berpirsên êrişên dawî yên li dijî balyozxaneya Emerîka ya li Bexdayê ne jî Elî Eskerî diyar kir ku derew in û banga rawestandina êrişên bi vî rengî kir.
Li gorî Sky Newsê El-Eskerî nivîsa xwe wiha domandiye: “Topbarana rojên dawî di berjewendiya dijminê me Trump de ne. Divê ev dubare nebe.”
El-Eskerî gef li serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî jî xwar û got, “Bila sebra me neceribîne, dem guncaw e ku guhên wî werin jêkirin.”
El-Eskerî li gel nêzîkbûna salvegera yekê ya kuştina generalê Îranê Qasim Suleymanî û cîgirê fermandarê Heşd El-Şabî Ebû Mehdî El-Muhendis ji aliyê Emerîka ve li nêzî Bexdayê, ev daxuyanî da.





