Li bajarokê Ebû Qelqel yê Minbicê bi pêşengiya ciwanan bi sedan kes li dijî êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser Eyn Îsayê meşiyan.
Li ser banga Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Sûriyê û bi koordîneya meclisa xeta bajarokê Ebû Qelqel yê başûrê bajarê Minbicê, bi sedan kes daketin qadan û êrişên dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê bi meşekê şermezar kirin.
Meş li pêşiya avayiya Meclisa Xeta Ebû Qelqel rawestiya. Bi navê Yekîtiya Jinên Ciwan, endama meclisê Sîdana Henûş daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de bi navê Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Minbicê êrişên dewleta tirkî û bêdengiya garantorên agirbestê li hemberî van kiryaran hatin şermezarkirin. Herwiha hat gotin armanca dagîrkeran xerabkirina aramiya herêmê û projeya neteweya demokratîk e.
Di daxuyaniyê wiha hat gotin: “Ji vir ji bajarê Minbicê, em dibêjin wê serkeftin ya gelên azad be. Em Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Minbicê bi QSD’ê re ne.
Pişt re, Hevserokê Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Sîvîl ya Demokratîk ya Minbic û gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo axivî û got, “Tirkiye ji projeya neteweya demokratîk ya biratiya gelan ditirse. Ji ber wê hewl dide vê projeyê têk bibe.”
Şêxo bang li hêzên garantor kir ku erkê xwe bi cih bînin û êrişên li ser herêmê rawestînin.
Hevserokê Mecisa Sîvîl ya Xeta Ebû Qelqel Riyad Elawî jî got, “Em destwerdanên Tirkiyê yên di xaka Sûriyê de û planên wê yên dagîrkirinê û bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî kiryarên dewleta tirkî ên li dijî gelê me şermezar dikin.”





