Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrîn-Sûriyê navên gelek kesên ji gundê Mîrkan yê navçeya Mabata ya Efrînê hatîn revandin, eşkere kirin.
Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku çeteyên dewleta tirkî bi fermaneke ji istixbarata dewleta tirkî li dijî şêniyên Efrînê li navçeya Mabata û gundên girêdayî wê sûcên dijmirovî dikin
Şêxo got, ev çend roj in çeteyên El-Cebhe El-Şamiye gundê Mîrkan dorpêç kirine.
Şêxo ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên gundên Mabata, ragihand ku çeteyên dewleta tirkî bi sedan şêniyên gundê Mîrkan, di nav de jin jî hene, revandin. Herwiha ji gundê Şîtka, Misteşîra, Erendê, Dela, Elî Caro û Qasmo û gelek gundên din yên navçeya Mabeta, gundî revandine.
Şêxo navên kesên hatîn revandin wiha eşkere kirin: “Ji gundê Mistika Esed Elo, Zekeriye Elo, Ebdîn Hiso, Mihemed Hiso û Hawar Silêman, ji gundê Erendê Egîd Reşîd Hisên, Mihemed Mihemed Hisên, Ebdulruhmen Xelîl Mistefa, Ismaîl Mihemed Sîdo û Ebdulruhmen Henîf Hisên û ji gundê Mîrkan Xelîl Hisnî Hemdî, Fêsel Foad Hemalîko, Xemgîn Hemo, Neasan Sîno, Bangîn Erêf Ebdo û Ebdo Gênc Xemîs.”






