Daîreya Mezin ya DMME biryar da ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş demildest bê berdan.
Daîreya Mezin ya Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa (DMME) derheqê Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş yê rehîngirtî biryar da û xwest Demirtaş bilez were berdan.
Parêzerê Demirtaş Mahsûnî Karaman li ser hesabê xwe yê medya civakî li ser biryara DMM got,’’Derheqê rêzdar Demirtaş de bi biryareke pirane û dîrokî biryar li ser daye ku Demirtaş bilez were berdan. Bi vê biryarê sûcdariyên li ser muwekilê me tev pûç bûne, hatiye pejirandin ku muwekilê me bi sedemên siyasî ev 4 sal in rehîn hatiye girtin.’’
Karaman herwiha got, ‘’Ev biryar teqez û bi hikmê fermanê ye’’ û got divê Demirtaş bilez were berdan.





