Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Siko: Gelê Kurd kiryarên PDK`ê qebûl nake

21/12/2020
in NÛÇE
A A
Siko: Gelê Kurd kiryarên PDK`ê qebûl nake
Share on FacebookShare on Twitter

Ebdukerîm Siko got, “Gelê Kurd kirinên PDK`ê qebûl nake û diyar kir ku dîrok wê binivîse ku hêzên vê partiyê êrişî gerîlayên ku li hemberî dewleta tirkî ya dagîrker li ber xwe didin, kirine. Siko girîngiya yekîtiya kurdî destnîşan kir.

Sekreterê Partiya Demokrat ya Kurdistanê ya li Sûriyê Ebdulkerîm Siko êrişa hêzên Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) ya li dijî du erebeyên Hêzên Parastina Gel (HPG) ku di encamê de 3 şervan birîndar bûn û rewşa 2 ji wan giran e, şermezar kir.

Siko diyar kir ku HPG li hemberî dewleta tirkî ya dagîrker disekine, PDK jî HPG`ê asteng dike û ev yek bi “Şaştiyeke mezin” bi nav kir.

Siko êrişa PDK`ê bi “Sûceke mezin” ku wê di dîrokê de were nivîsandin, wesifand û got, “Gelê Kurd bi gelemperî van kirinên PDK`ê red dike.”

Siko di dewama axaftina xwe de diyar kir ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) êrişî hêzekê yan jî partiyekê yan jî tevgerekê nekiriye, berovajî wê ji bo gelê Kurd û doza wî têdikoşe. Herwiha diyar kir ku mafê vê partiyê ye ku li her herêmeke ji Kurdistanê têbikoşe.

Sekreterê Partiya Demokrat ya Kurdistanê li Sûriyê, bal kişand ser hewldanên yekîtiya kurdî û çareserkirina nakokiyên girêdayî komkirinên PDK`ê hêzên xwe li herêmên Parastina Medyayê û êrişên li dijî hêzên gerîla û got, “Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê niha hewl dide çareseriyekê ji vê nakokiyê re bibîne. Divê hêzên kurdî desteka vê hewldanê bikin. Di vê pêvajoyê de divê ji nakokiyan dûr bikevin û hewl bidin yekitî pêk were.”

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.