Rojnameya Ronahî

Kewê Ribat Miradê Kinê (1942-1984)

Sîpan Şînda

 Kewê ribat dixure, dixure, dixure… Lê naweste, naqerime, ew bê navber dixure. Û hingî ew dixure dengê wî pitir vedibe, azdtir dibe, dengê kemaça wî melûltir dibe. Dema ew şivika kemaça xwe bi têlên wê ve tîne, pêlên dengê kemaça wî ji yên çemê Dîcle bi hêztir, sîqîna têlên kemaça wî ji xumxum û gumguma ava Zê bi heybettir derdikeve. Dengê kemaça wî ji nîva dilê wî tê. Dema ew têlên şivika kemaçê bi têlên wê ve tîne, mirov dibêje qey ew têl bi nîva dilê mirovî ve tên. Dengekî ewqasî bi bandor, nazik, nerm û dilşewat; dengbêjekî bêwestan û nefes neçik. Dengê wî çiqas bi bandor e, dengê kemaça wî ji ewqasî dilşewat û melûl e. Dengê wî û yê kemaça wî xwe berdide nîva dilê mirovî.

 Ew mîrê kemaçê ye, hostayê stranên şera ya. Ew hozanê dilê evîndara ye. Evîn bi deng û awazê wî ji nûve jîn dibe, zindî dibe. Ew bi wî dengê xwe yê nerm û az ji nû ve giyanê dide evînê, bi dengê têlên wê kemaça xwe ya melûl evîndaran mest û bê hiş dike. Evîn bi saya deng û stranên wî digihêje kemalê; evîndar bi pêlên kemaça wî aşiq dibe, dîn dibe, har dibe. Ew hozanê evînê ye. Lê ne tenê hozanê evînê ye, ew di heman demê de hozanê şer û mêrxwaziyê ye ji. Ewî bi sedan stranên şeran ji gotine. Dema ew stranên şeran dibêje, mirov xwe di nava şerî de dibîne û ciyê xwe di kozik û çeperan de xweş dike. Ewî stranên weke Emê Gozê, Elîkê Betê, Fermane (Mala Eliyê Ûnis) û gelek din stranên şeran gotine. Min ev stran ji gelek dengbêjan guhdarî kirine lê belê strîna Miradê Kinê serdarê hemûyan e. Ew mirovî dibe di nava şeran de, armancê datîne, kozik û çeperan li mirovî dide rakirin. Ew bi pêlên dengê xwe armancê diyar dike û bi pêlên têlên kemaça xwe ji êrîş dike û xayin neyaran bi yek derbê li erdê dide.

 Belê Miradê Kinê, di sala 1941 ê li gundê Gira Cehfer ê girêdayî Qoserê tê dinê. Jiber ku malbata wî bi navê Mala Kinê tête naskirin, ew ji bi navê pîrika babê xwe Kinê tê naskirin. Piştî 23 saliya xwe ew bar dike û diçe Kerboranê. Çûna wî ya li Kerboranê riya hunera wî ji vedike û ew di demeke kurt de di nava gel de tête naskirin û nav û dengê wî li welêt belav dibe. Ew êdî dibe kewê ribat û li her derê bakûrê Kurdistanê dengê wî belav dibe. Ji botanê bigire hetanî serhedê êdî ew bi kemaça xwe ve li nava hemû keyf û şahiyan e. Ew êdî di nava gel de weke mîr û milûkan bi qedr û qîmet e. Çend dengbêjên wekî Miradê Kinê derketine û karîne kaba xwe li ya wî bidin ez nizanim. Lê belê keda ewî ji bû çanda Kurdî û dengbêjiyê dayî nayê gotin. Ew dengbêjekî bi seetan ji li ser hev stran gotine lê belê dîsa ji ne westiya ye. Ewî gelek destanên Kurdî yên weke Seyrê û Eliyê Memed, Tevar û Xezalê, Sêva Haciya ji tomar kirine û gihandîne roja me. Bi sedan stranên Kurdî em îro ji dengê wî guhdarî dikin. Lê mixabin siûda wî û ya strana Kurdî zû şkestiye û jî yê wî kurt bûye û ew hêj 42 salî, di temenekî gelekî ciwan de ji nava strana Kurdî bar dike. Belê ew di 17.12.1984 ê li Sêrtê diçe li ser dilovaniya xwe. Ewî xizmeteke pirr mezin ji Kurd û Kurdî re kiriye, lê mixabin hetanî îro ji me nekariye em ji bo Miradê Kinê û gelek kesên din çi tiştî bikin. Jixwe heçî em Kurdin, em mirî hezên zindî kujin. Di 36 saliya koça te de ez te bi hurmet bîr tînim Kewê Ribat.