Rojnameya Ronahî

‘Dixwazim çanda dayîka xwe zindî bihêlim’

 Sara Şêx Hesen/JINNEWS

Fikret Mistefa ev 30 sal in bi benikê rîs cilan çêdike. Fikretê derbarê çêkirina cilan ya bi benikê rîs de wiha got: “Armanca min ji vî karî ew e ku çanda dayîka xwe zindî bihêlim û tiştên baş bidim civakê.”

Jin bi keda xwe ya destan her dem çanda xwe diparêze û di her aliyê jiyanê de dide jiyandin. Çiqas teknolojî pêş bikeve jî ti tişt nagihe wateya keda destan. Çêkirina cilên bi rîs çandeke dayîkan e. Jina bi navê Fikret Mistefa ya 54 salî û dayîka 4 zaroka, li taxa Şêx Meqsûd ya bajarê Helebê dijî. Fikret ev nêzî 30 salan e bi benikê rîs cilan çêdike, herwiha li taxa Şêx Meqsûd dikaneke wê heye û cilên ku bi destên xwe çêdike difiroşe. Di şerê giran yê Taxa Şêx Meqsûd de Fikret dev ji karê xwe berneda û di nava şer de careke din karê xwe domand. Dikana Fikret di nava taxê de binavûdeng e, dema mirov dikeve dikanê bêhna kedê tê. Fikret têkildarî çêkirina cilan bi benikên rîs nêrîna xwe bi me re par ve kir.

‘Ev 30 sal in ez bi benikê rîs cilan çêdikim’

Fikretê di destpêka gotina xwe de bal kişand ser karê xwe û wiha domand: “Ev 30 sal in ez bi benikên rîs cilan çêdikim. Me ev kar ji dayîk û dapîrên xwe girt. ÎRo em wê çandê zindî dikin û hînî zarokên xwe dikin. Herwiha li Taxa Şêx Meqsûd ev nêzî 20 salî ye min dikaneke benikên rîs vekiriye û bê navber di wê dikanê de di her şert û mercî de xebitîm. Di nava şerê giran yê li Taxa Şêx Meqsûdê jî min dev ji dikana xwe berneda û ez her li ser bûm. Pirî caran em di nava dorpeçê de bûn û benikên rîs bi destê min nediketin. Lê min ji Efrînê dixwestin û wisa min karê xwe didomand. Bi Qanûna Qeyser re her tişt pir biha bû, vê bandor li benikên rîs jî kir. Ji bo wê em bi bihayekî giran dikirin. Derfetên pir kesan nînin ku bikirin, lê ez alikariya wan dikim û li gorî derfetên wan didim wan. Dem ew dem e ku her kes alîkariya hev bike. Armanca min ji vî karî ew e ku çanda dayîka xwe zindî bihêlim û tiştên baş bidim civaka xwe. Ez gelek ji çêkirina cilên bi rîs hes dikim. Heta ez li ser piyan bim ez dev ji karê xwe bernadim.”

‘Keda bi destdan biqîmet e’

Fikretê di dewama gotina xwe de diyar kir ku tiştên bi destan çêdibin biqîmet in û wiha domand: “Mirov bi keda xwe heye û wisa jî tê nasîn. Tişta bi destê mirovan bê çêkirin, hestekî cuda dide mirovan. Niha cîhan pir guheriye, her tişt amade tê kirîn û ti qîmeta wan tiştên amade nîne. Lê dema mirov cilan bi destê xwe çêdike mirovan germ dihêle û bi salan tu dikarî bi kar bînî. Ji bo wê cilên rîs mirovan ji serma û seqemê diparêzin. Ji taxên Helebê tevan yên mîna Hemdaniyê, Eşrefiyê, Ezîziyê, Silêmaniyê, Siryan û heta ji herêma Şehba jî mirov tên li gel min û ez ji wan re bi benikên rîs cilan çêdikim. Dema ez cilan bi destê xwe çêdikim li gorî daxwaziya kesan neqiş dikim û wisa difiroşim.”

‘Armanca min parastina çanda dayîkê ye’

Fikretê herî dawî wiha got: “Divê çanda dayîkê ya kevnar were parastin. Cilên bi benikên rîs çanda kevnar e û divê her tim bê parastin û jiyandin. Herwiha divê em çanda xwe ya dayîkê hînî zarokên xwe jî bikin da çanda me neyê jibîrkirin. Niha min zarokên xwe hemû hînî çêkirina cilên rîs kirine. Lewre armanca min parastina çanda dayîkê ye. Di demsala zivistanê de çêkirina cilên rîs pir xweş e. Mirov li ber sobeya xwe rûdine û bi suhbetên germ cilên xwe çêdike. Eger mirov hînî tiştekî bibe û pê xweş be nikare dev jê berde. Lewre di encamê de keda destan heye.”