Cenazeyê şervanê QSD’ê Izmet Muslim (Polat Kobanê) bi merasimekê li goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hat veşartin. Di merasimê de nasnameyên 13 şehîdan hatin eşkerekirin.
Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Izmet Muslim (Polat Kobanê) ku di encama nexweşiyê de şehîd bû, bi merasimekê li goristana Şehîd Dîcle spartin axê. Di merasîmê de 13 şervanên din ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, hatin bîranîn.
Di merasima li goristanê de endama Koordînasyona Kongreya Star Heda Hesen got, “Yên ku zilmê li ser gel û welatê xwe naxwazin bila biçin eniyên rûmetê û şer bikin. Van şehîdan zilm û koletî qebûl nekir û xeta berxwedanê şopandin heta şehîd bûn. Şehîd di dilê me de ne. Divê em xwedî li wan derkevin û destkeftiyên ku ji me re hiştine biparêzin.”
Piştî axaftinan Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên 12 şehîdan eşkere kirin. Cenazeyê şehîd Izmet Muslim li goristanê hat veşartin.
Herwiha cenazeyê şehîd Zuleyxa Ebdî ya ku li goristana gundê Dongir hatibû veşartin, veguhestin goristana Şehîd Dîcle.






