Êrişên artêşa Trik ya dagîrker yên ser başûrê Kurdistanê dewam dikin. Artêşa Tirk û çeteyên wê li daristanên gundên Zaxoyê daran dibirin, derbasî Tirkiyê dikin û difiroşin.
Artêşa tirkî ya dagîrker sûcên li Efrînê dike, li başûrê Kurdistanê jî dike.
Li gorî agahiyên Rojnewsê ji çavkaniyên herêmî girtîn, artêşa tirkî ya dagîrker li hinek herêm û gundên Zaxo bi hinceta çêkirina riyan, daristanên herêmê wêran dike, darên gundan ji kokê ve jê dike.
Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku ji destpêka havînê ve artêşa tirkî ya dagîrker dest bi jêkirin û hilkirina daran kiriye. Çavkaniyan diyar kir artêşa tirkî hilkirin û wêrankirina daristanên Zaxo bi destê çeteyê bi navê Cafer Benek yê li herêmê kontratiyê dike pêk tîne.
Artêşa tirkî rê biriye gundê Keşanê yê Zaxo û derdora wî. Riyeke din jî li aliyê Geliyê Pisaxa ve çêdike. Heta gundê Bilehê, ji wir Kaniya Gûzê ya zozanên Bişar Axa, ji jor de jî anîne gundê Elaniş, Siyara Gewrik, beramber gundê Şeranişa Xiristiyanan û ji wir jî birine Xantûrê.
Çavkaniyên herêmî dan zanîn ku darên hildikin, derbasî Tirkiyê dikin û ji bo xwe difiroşin.
Hinek rojnameyên erebî jî heman mijara wêrankirina jîngeha gundên Zaxoyê ji aliyê dewleta tirkî ve li ser zimanê şêniyên van gundan, xistine rojeva xwe.





