Dewleta tirkî ya dagîrker bi balafirên şer herêma bajarokê Batûfa yê Zaxo bombebaran kir.
Balafirên şer yên dewleta tikrî ya dagîrker nîvê şevê herêma bajarokê Batûfa yê Zaxo bombebaran kirin.
Derbarê ziyanê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Berî vê êrişê jî artêşa tikrî ya dagîrker li Girê Bî yê li navçeya Zaxo ya girêdayî Dihokê, gundê Hirûrê û gundên li ser riya Hirûrê topbaran kirin.





