Endamê rêveber yê Civaka Perwerdeyê bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî kir ku girêdayî doza qutkirina avê ji aliyê dewleta tirkî ya dagîrker ve lêpirsîneke navneteweyî bê vekirin û got, divê sûcdar li dadgehên navneteweyî bên darizandin.
Bi sedan şagirt û mamosteyên bajarê Hesekê xwepêşandanek li dar xistin û qutkirina avê ji ser zêdetirî milyonek mirovên li bajarê Hesekê û gundewarê wê ji aliyê dagîrkeriya tirkî ve şermezar kirin. Herwiha xwestin derbarê mijarê de lêpirsîneke navneteweyî bê vekirin.
Xwepêşandana bi durişma “Em ji tîna bimirin jî, hûnê nikaribin îradeya me bişkînin”, ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Dibistanan ya Hesekê ve hatî organîzakirin, ji çarxerêya Merşo ya navenda bajêr dest pê kir.
Xwepêşandan li çarxerêya Itfaiyê ya li taxa Til Hecer veguherî mêtîngê û li wê derê xwepêşandêran deqeyekê rêz girt. Pişt re endamê rêveber yê Civaka Perwerdeyê ya Hesekê Mihemed Ehmed wiha axivî: “Dewleta tirkî ya dagîrker li diî gelên bakur û rojhilatê Sûriyê her rengê terorê dike. Herwiha bi behaneyên vala gelek caran av ji ser bajarê Hesekê qut kir.”
Ehmed wiha domand: “Zêdetirî milyonek mirov li Hesekê dijî. Ji dema dagîrkirina bajarê Serê Kaniyê ve, ji ber qutkirina avê welatî zorê dikişinin.”
Mihemed Ehmed bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku li ser qutkirina avê ji aliyê dewleta tirkîve lêpirsîneke navneteweyî vekin û sûcdaran radestî dadgehên navneteweyî bikin.






