Bi durişma “Na ji şerê birakujiyê re…dem dema yekîtiya neteweyî ye” bi dehan şêniyên navçeya Amûdê bi meşekê banga pêkanîna yekîtiya kurdî kirin.
Bi pêşengiya PYD û Kongreya Star, bi dehan şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo daketin qadan, piştgirî dan Şingalê û banga pêkanîna yekîtiya kurdî kirin.
Meşê ji pêşiya qada Şehîd Cîhad ber bi qada Şingalê ve dest pê kir. Meş li qada Şingal veguherî mîtîngê. Bi navê partiyên siyasî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ebduselam Qafûr daxuyanî xwend.
Qafûr wiha got: “Dewleta tirkî hewl dide lihevkirina di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê û Rêveberiya Xweser de têk bibe. Çimkî di yekîtiya kurdî de têkbirina planên xwe li Sûriyê dibîne.”
Ebduselam Qafûr banga piştgiriya diyalogên kurdî-kurdî kir û wiha domand: “Di vê pêvajoya hestiyar de, dema diyaloga yekê ya di navbera aliyên kurdî de dewleta tikrî hewl da her nêzîbûneke kurdî-kurdî ku gelê Kurd li gelemperiya Kurdistanê li bendê ne, têk bibe. Li ser vê yekê divê em partiyên siyasî yên Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk van diyalogan pêş bixin da ku tevahî siyasetên Tirkiyê têk bibin. Em xelasiya xwe di yekîtiya kurdî de dibînin.”






