Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dayîkên şehîdan: Êrişa PDK’ê xizmeta dijminê Kurdan dike

18/12/2020
in NÛÇE
A A
Dayîkên şehîdan: Êrişa PDK’ê xizmeta dijminê Kurdan dike
Share on FacebookShare on Twitter

Dayîkên şehîdan êrişên PDK’ê yên ser gerîla şermezar kirin û gotin, ev êriş xizmeta dewleta tirkî ya dagîrker dike.

Bi dehan şêniyên navçeya Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê li deriyê Sêmalka yê sînor êrişên çekdarên PDK’ê yên ser gerîla li herêma Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Dayîkên şehîdan yên beşdarî çalakiya protestoyê bûyîn gotin, ev kiryar xizmeta siyaseta dewleta tirkî ya dagîrker dike.

Dayîka şehîd Hevrîn û Zozan Xelef, Sûad Mistefa anî ziman ku ew beşdarî çalakiyê bûne da ku peyamekê bidin PDK’ê ku “Kurdistan nayê parçkirin, dagîrker û mêtîgeran parçe kirin. Ji ber vê yekê divê hûn bi pey planên dewleta tirkî ya dagîrker nekevin.”

Dayîka şehîd Rojîn Dara, Zelfa Bidûr kiryarên PDK’ê şermezar kirin û wiha got: “Mîmarê vê planê dewleta tirkî ya dagîrker e. Divê hikumet û rêveberiya başûrê Kurdistanê ji van planên ku xizmeta tu parçeyên Kurdistanê nakin, hişyar bin. Êrişa li ser parçeyekî Kurdistanê, parçeyên din jî lawaz dikin, dijmin jî vê yekê dixwaze.”

Zelfa Bidûr girîngiya yekîtiya kurdî destnîşan kir û wiha domand: “Divê rêz û gotina kurdî bibe yek, şerê navxweyî wê ji aliyan tevan re wêranê bîne. Em piştgiriyê didin hêzên kurdistanî çi HPG û çi pêşmerge ku dema parastina berjewendiyên gelê Kurd û destekftiyên ku bi xwîna ciwanan hatine qezenckirin, dikin.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.