Bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, cenazeyê şervanê YPG`ê Ferhad Efrîn (Hisên Îbiş) li goristana Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê spartin axê.
Şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cenazeyê şehîd Ferhad Efrîn ku 16`ê Kanûnê ji ber nexweşiyê şehîd bû, li goristana Şehîdên Berxwedana taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li taxa Şiqêf spartin axê.
Welatî, endamên saziyên sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundir li pêşiya nexweşxaneya Xalid Fecir ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd kom bûn û alên YPG, YPJ, Asayiş, Meclisa Malbatên Şehîdan rakirin. Girseya Gel cenaze ji nexweşxaneyê girt û ber bi goristana Şehîdan ve çûn.
Li goristanê girseya gel deqeyekê li ser giyanê şehîdan sekinîn, paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Endama Meclisê Fîdan Hisên axivî û got, “Em sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin û soza şopandina riya şehîdan didin.”
Paşê mamosteya zimanê kurdî Zîlan Şêxo nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.
Welatiiyan cenazeyê şehîd Ferhad Efrîn di nava slogan de spartin axê.






