Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

QSD: Me ti caran êrişî pêşmergeyan nekiriye

18/12/2020
in ROJEV
A A
QSD: Me ti caran êrişî pêşmergeyan nekiriye
Share on FacebookShare on Twitter

QSD`ê diyar kir ku gotnên ku dibêjin hêzên wan êrişî hêzên PDK`ê kirine, derew in.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratî (QSD) daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û tê de bûyera şeva 16`ê Kanûnê li nêzî herêma Sihêla ya di navbera başûrê Kurdistanê û Rojava de qewimî, eşkere kir.
Di daxuyaniya QSD`ê de wiha hat diyarkirin:
“Hêzên me êrişî pêşmergeyan nekirine, em her tim rêzê ji serweriya Herêma Kurdistanê re digirin.
Di salên piştî destpêkirina operasyonên têkoşîna li dijî terora DAIŞ`ê de, li her du aliyên sînor di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Pêşmergeyan yên girêdayî hikumeta Herêma Kurdistanê de her tim makenîzmayeke koordîneya hevbeş hebû. Bi saya wê koordîneyê gelek astengî û pirsgirêkên ku li herêmên sînor derdiketin, çareser dibûn.
Bûyera şeva 16`ê Kanûnê li nêzî herêma Sihêla ya li ser sînorê di navbera Rojava û başûrê Kurdistanê de qewimî, ne êrişeke li dijî ti nuqteyên pêşmergeyan ên girêdayî hikumeta Herêma Kurdistanê bû. Daxuyaniyên ku di çapemeniyê de hatine belavkirin, mijar ji rastî û rewşa derketî mezintir kirin. Tişta qewimî kêmbûna koordîneya di navber hêzên ewlekariyê yên li her du aliyên sînor bû, weke ku hatiye gotin li dijî pêşmergeyan û nuqteyan wan ti êriş çênebûne.
Hêzên Sûriya Demokratîk her tim rêz li hemberî serweriya hikumeta Herêma Kurdistanê û hêzên wê yên leşkerî li ser xaka wê, girtiye. Piştî koordîneya ji bo agirbestê di navbera komeke gerîlayan ku erkên xwe yên piştgiriya operasyonên têkoşîna li dijî DAIŞ`ê xilas kiribû û vedigeriya baregehên xwe, ew kom ji aliyê pêşmergeyan ve hat dorpêçkirin. Li ser wê şerekî demkurt di navbera her du aliyan de derket. Wê demê hin aliyên peywendiyê yên girêdayî me destwerdan kirin da ku wî şerî bisekinîn û bi aliyê din re koordîne bikin da ku koma gerîla bi ewleyî vegere baregehên xwe.
Em Hêzên Sûriya Demokatîk di wê baweriyê de ne ku xurtkirina koordîneyê di navbera her du aliyên sînor de pêwîstî û mîsogeriya tekane ye da ku di paşrojê de têgihiştineke nebaş çênebe, ev koordîne dikeve xizmeta berjewendiyên hevpar û xebata ewleyî û aramiya sînor.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.