HPG’ê ragihand ku li qada Bektorya ya Heftenînê di encama çalakiyên wan yên li dijî artêşa tirkî ya dagîrker de 6 leşker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayan ji du baskan ve li qada Bektorya ya Heftenînê 15’ê Kanûnê li dijî Girê Koordîneyê çalakî kirine û 6 dagîrker hatine kuştin.
Di çalakiyê de herwiha çekeke A4 û 2 kozik hatine imhakirin, kozikekê derb xwariye.




