Roja Yekşemê çekdarên PDK’ê li gundê Sêgirê yê nêzî bajarê Amêdiyê êrîşî gerîlayên HPG’ê kirin û hat diyarkirin ku 3 gerîla bi giranî birîndar bûne. Lê pişt re yek ji gerîlayên birîndar şehîd bûye.
HPG’ê hê daxuyaniyeke fermî neweşandiye û derbarê êrişê de agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.
Di demên dawî de PDK tevî dewleta tirkî ber bi qadên gerîlayan ve hêzên çekdar dişandin û alozî zêde bûbû.
Çavkaniyên siyasî dibêjin, rayedarên PDK’ê ji ber çalakiyên karker û karmendên li başûrê Kurdistanê ku nikarin mûçeyên xwe bigirin, PKK’ê sûcdar dikin û ji ber wê ev êriş hatiye kirin.






