Welatiyên herêma Efrînê cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Ebdulhemîd Îsmaîl li bajarokê Um Hoş yê li kantona Şehba spartin axê.
Bi sedan şêniyên Efrînê li pêşiya Nexweşxaneya Avrîn ya li navçeya Fafînê ya kantona Efrînê kom bûn û cenazeyê şehîd Ebdulhemîd Îsmaîl ku di qonaxa duduyan ya Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû, girtin.
Di merasimê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan ya herêma Efrînê Xedîce Îbo axivî û got: “Şehîd Ebdulhemîd Îsmaîl ji bo azadiyê û ji ber ku zilm û zordestiya li ser gelê xwe qebûl nekir, şer kir û şehîd bû.”
Di merasimê de endamê Meclisa Kantona Şehba Mistefa Şakir jî behsa girîngiya berxwedana şervanên HRE kir û pêwîstiya şopandina riya şehîdan anî ziman.
Piştî axaftinan, endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ya kantona Şehba Umer Elo wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir. Paşê girseya gel cenazeyê şehîd bi karwanekî wesaitan ber bi bajarokê Um Hoş ve birin û li wir hat veşartin.






