Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Koçberên ji Efrînê: Topên dagîrkera nikarin vîna me bişkînin

14/12/2020
in NÛÇE
A A
Koçberên ji Efrînê: Topên dagîrkera nikarin vîna me bişkînin
Share on FacebookShare on Twitter

Koçberên ji Efrînê yên li navçeya Şêrawa gotin, “Her çend artêşa tirkî êrişên xwe yên ser Şêrawa û gundewarê Şehba zêde bike jî emê berxwedana xwe ya vegera li Efrînê bidomînin.”

Artêşa Tirkî û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî sîvîlên gundên navçeya Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê û gundên kantona Şehbaa didomîne da ku wan koçber bike û nehêle careke din li warê xwe vegerin.

Hefteya derbasbûyî artêşa tirkî zêdetirî 600 topî avêtin gundê Soxanakê, derdora Aqîbê, Qinêtira, Meranêz, Şiwarxê, Şêx Îsa û Eyn Deqnê yên navçeya Şêrawa. Di encamê de ziyaneke mezin gihîşt mal û milkên sîvîlan.

Têkildarî mijarê koçberên Efrînê diyar kirin ku artêşa tirkî û topên wê nikarin vîna wan bişkînin û wê heta rizgarkirina Efrînê berxwedana xwe bidomînin.

Welatiya bi navê Roşîn Elî ya ji bajarê Efrînê û li gundê Aqîbê dimîne, got her çi qas dagîrker êriş bikin wê berxwedana me dewam bike.

Roşîn Elî diyar kir ku piştî  êrişên ser bajarê Efrînê, wê û zarokên xwe berê xwe dane Şêrawa û ji sê salan ve li dibistana gundê Aqîbayê dimînin. Roşîn Elî got, dewleta tirkî dixwaze heman senaryoyê Til Rifet û Aqîbê dubare bike.

welatiyê bi navê Îbrahîm Xelîl jî got, artêşa tirkî malên sîvîlan yên li gundê Qinêtrayê topbaran dike, mizgefta gund hilweşand û şênî koçber kirin. Di nava 24 saetan de 200 top avêtin gundên Şêrawa.

Di dawiyê de Îbrahîm Xelîl bang li civaka navneteweyî û hêzên garantor yên li herêmê kir ku derbarê van êrişan de helwestekê nîşan bidin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.