Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta tirkî ya dagîrker li eniya Sehil El-Xab û Fitîra yên başûrê Idlibê herêmên hev topbaran kirin. Herwiha 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê ji aliyê çeteyan ve hatin kuştin.
Hat diyarkirin ku li eniya Foca 46’an ya li rojavayê Helebê û Dar Kebîr li gundewarê Idlibê 2 endamên hêzên hikumeta Şamê bi guleyên sekvanên çeteyan hatine kuştin. Herwiha çeteyên artêşa tirkî ya dagirker nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li Meret Numan û Milace yên Idlibê topbaran kirin.
SOHR`ê berî niha jî ragihandibû ku li eniya gundê Riweyha li başûrê Idlibê endamekî hêzên hikumeta Şamê hatiye kuştin û yek jî dijî birîndar bûye.
Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta tirkî li eniya Sifuhin, Fitîra û Filêfil li Çiyayê Zawiye li başûrê Idlibê herêmên hev topbaran kirin. Hemwextî wê li eniyên bajarokê El-Bare û gundê Fitîra li başûrê Idlibê şer derket.





