Dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê eşkere kirin ku serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ferman daye saziyên leşkerî ku çeteyan bibin Somalî. Li aliyekî din li gorî hinek raporên berê, Enqere amadekariyê dike ku çeteyên Partiya Islamî ya Tirkistanê bişîne bajarê Amedê yê bakurê Kurdistanê.
Tora El-Erebiye ku agahiyên xwe dispêrê rojnameyeke Tirkiyê, wiha da zanîn: “Xebata veguhestina çeteyan wê bi koordîneya bi milîsên Somalî yên alîgirên rêveberiya Erdogan yên li Makadîşo pêk were.”
Çavkaniyan da zanîn ku alîgirên Erdogan li gundê Meydan Ekbes yê bajarê Efrînê yê dagîrkirî 12`ê Mijdarê ji bo ku çeteyan bişîne Somalî, civînek li dar xistine.
Di heman çarçoveyê de li gorî gelek raporan, Erdogan planên nû li dijî Kurdên bakurê Kurdistanê amade dike. Di raporan de hat gotin, Erdogan plan dike ku çeteyên Partiya Islamî ya Tirkistanê bişîne Amedê.





