Medenî FERHO
Quo Vadis, gotinek Latînî ye û di zimanên hemû cîhanê de tê bikaranîn. Tê wateya “Tê bi kû de biçe”
Di Encila Yuhanna de cih digire û di dîrok û kultura modern de, wek gotinek pêşiyan tê bikar anîn.
Çîroka wê jî, li gorî rewşa îro ya li Kurdistanê ye!…
Ji hawariyên Nebî Îsa, Peter, ji tirsa emperetorê Roma Neron û cezayê çarmixe, ji Roma direvê. Di rê de rastî Nebî Îsa, ku çarmixa wî li ser milên wî ye dibe.
Peter dipirse; “Qua Vadîs?
Nebî Îsa dibêje; Ji bo car din min li çarmixê bidin diçime Roma!”
Peter, li ser vê bersivê, erka xwe ya li Roma tine bîra xwe, degel dibe û vedigerê Roma. Piştre wek “ezîz” tê bi nav kirin û dibe, Ezîz Peter!..
Bi salan e, siyasetmedar, saziyên civakî, kesayet ji bo rewşa li Başûr dibêjin “Qua Vadîs Kurdistan!.”
Edî gel, li dijî desthilatdariya “oryantal depotîzm”a li Herêma Kurdistanê, ku di “osmanzation”a Erdogan de bûne noker, dibêjin Qua vadîs Kurdistan!…
Gel, li dijî desthilatdariya hizbên ku herêm di nava xwe de parvekirine, li dijî rêvebirina xerab, gendelî, nedana mûçeyan, rabûye ser piyan.
Hêzên çekdar yên hizban êrîşî gel dikin, heta îro 8 kes kuştine.
Lê rastiya serhildana gel; em bi tîpên reş dinivsin, têkilî û hevkariya bi dijminên Kurd û Kurdistanê re ye.
Bi salan e, kesên akl-i selîm, ji bo têkilî û hevkariya bi dewletên dagirker re, gotina “Qua vadîs Kurdistan” diqîrin.
Mixabin, têkiliya PDKê bi dewleta Tirk re, gihaye qonaxa ku herêm gav bi gav werê dagirkirin û statukoya herêmê jî ber bi tunebûnê ve biçe. Kêr giha hestî, gelê herêmê jî, wek salên ‘92an, lê vê carê, li dijî nokarên hundir dest bi rapêrînê kiriye.
Daxwaza gel; yekemîn, “rêveberiya xerab û ne baş e.”
Ev daxwaz her tiştî eşkere dike: Yek, Herêma Kurdistanê xwedî zêrê reş e, lê destên xwe li ber desthilatdariya Baxdayê vedike. Du, PDKe, herêmê wek çitflika xwe dibîne, kaniyên zêrê reş radestî Tirkiyê kirine.
30 sal in, “orjîn zanist” û mirovên tegihiştî, pirsa QUA VADÎS dikin; lê rayedarên PDKê, ji “ezîz”tiyê direvin, di oryantal despotîzmê de, di tilbêtiya osmanîzatîona Erdogan de israr dikin…
Oryantal despotizm, sîstema “terk-î îlm e” û li dijî demokrasî ye. Ev jî “copy” ya sîstema BAASê û Saddam û dewşirmeyê Îttîhadî û Erdogan e.
Ev sîstem, zora li kolana, “înfaz”, “lînc”-kuştina bi daran e.
Hêzên hizbên Başûr, li Dûkanê, mirovê 60 salî Hemza bi daran kuştin.
Hêzên dagirker, li Kurdistanê, desturê nadin ku gel xeyalan jî bikin. Xeyal, mirovan ber bi hêviyê dibin, lê sîstemên faşîst, ji bo hêviyên gelê Kurd bikujin, xeyalan jî qedexe dikin.
Axaftina serokwezîrê herêmê Mesrur Barzanî, zimanê rayedarên desthilatdariya AKP/MHPê ya li dijî Kurdan e. Dibêje, “destên biyaniyan di xwepêşandanan de heye.” Weytî jarê û heyf û mixabin!…
Beriya 57 salan, di 28 Tebaxê de, Martîn Luther King, li pêşberî 200 hezar kesî got; ” Xewneke min heye. ”
PDKê, “xewn” Kurdan jî dikuje.
Gelê Herêma Kurdistanê, her dem, li dijî hêzên dagirker û nokerên hundir bûye xwedî xewn û hêvî. Îro jî xwedî hêvî û xewn e!..
Faşîzm, dergehê derketina ji olê, exlak û pismametiyê ye; vekirina dergehê, xeşîmtî û xulamtiyê ye. Xeşîmtî û xulamtî li cem faşîzmê pîroz e.
Li Herêma Kurdistanê ev rastî heye.
Hêzên artêşa Tirk, êdî li Herêma Kurdistanê bi cih bûne; MÎTa Tirk jî, ketiye sazî û dezgehên herêmê, di burokrasî de, di medya de bi cih bûye; ne desthilatdariya paralel, wek desthilatdariya esasî kar dike.
Hizbên sereke yên Başûr, gel, statuko, maf, azadî, demokrasî, edalet, welat jibîrkirine. Dijmin û dost, xwediyê malê û diz, welat û dagirker tevlîhev kirine.
Gelê Herêma Kurdistanê jî, li hizbekî ku li wan û xaka wan xwedî derkevê, li dijî dagirkeriya dijmin têkoşînê bike digere.
Mafê her Kurdî heye ku, pirsa Herêma Kurdistanê ber bi kû ve diçe bike û bêje QUA VADÎS KKURDISTAN!…