Rojnameya Ronahî

Berhemên welatê xwe biparêzin

Jiyan BOZO/Ronahî-Amûdê

Li bakur û rojhilatê Sûriyê bi hatina demsala zivistanê re zor û zehmetiyên cotkaran dest pê dikin. Ji bo parastina zeviyên xwe her tim di tevgerê de ne. Gelo astengî çi ne û ji bo parastina berhemên xwe divê cotkar çi bikin?

“DIVÊ COTKAR ÇERXA ÇANDINIYÊ PÊK BÎNIN”

Têkildarî mijarê endezyarê çandiniyê yê ji bajarê Amûdê Rewanpak Nesrî Silêman wiha axivî: “Niha dema çandiniyê ye. Ji bo çandiniyeke baş gava yekê pêkanîna çerxa çandiyê ye. Şûna genim neke genim û şûna cê neke ce. Çerxa çandiniyê li gorî herêma aramiya çandiniyê tê diyarkirin. Li herêma me çerxa çandiniyê ya hin çandiniyan divê ji 3 heta 4 salan pêk bê. Ji sînor heta 20 kîlometreyan herêma aramiyê ya yekê ye. Herêma Dêrikê beşa A jê re tê gotin.  Li wê herêmê Baran 600 milîmetre dibare. Ya duduyan ji 20 kîlometeryan heta Hesekê beşa B jê re tê gotin. Ew jî herêma me ye. Baran 450 milîmetre lê dibare. Herêma sisiyan heta piştî Hesekê ye. Her ku diçe baran kemtir dibe. Ji bo vê çerxa çandiniyê ya herêma A divê herî kêm 3 sal bin. Li herêma me jî divê her du salan be.”

“COTKARAN TEŞWÎQÎ GENIM BIKIN”

Rewanpak Nesrî axaftina xwe wiha domand: “Li herêma me carna li gorî dewlemendiya axê û rewşa baranê semad tê dayîn. Semad jî beşên wê hene; semade cemidî û ya germ. Ya cemidî pir rengên wê hene, lê ya herî baş û li gorî xaka herêma me SÛLFAT AMONYOM e. Gava duduyan ku cotkar bikin, divê tovê xwe derman bikin. Herwiha salên bibaran, divê genim ji zenkê û reqikê bê parastin. Tişta ku divê rêveberî jî bike, cotkaran teşwîqî genim bike. Çimkî li beşa A %15 genim tê çandin û ev jî kêm e. Ji bo wê divê rêveberî tovê baş û bi bihayê baş ji cotkaran re peyda bike. Em dibêjin wê salbisal baştir be, lê mixabin wisa dernakeve.”

“COTKAR JI PÊŞKETINÊ RE VEKIRÎ NE”

Endezyar Rewanpak Nesrî Silêman di dawiya axaftina xwe wiha got: “Banga min ji Rêveberiya Xweser re heye; cotkar ji pêşketinê re vekirî ne. Rola wê ew e ku piştgiriya wan bike. Weke din, rêveberî bi çavê aboriya bingehî li çandiniyê meyze nake. Ez vê bi dijwarî rexne dikim. Li seranserê cîhanê wezaretên çandiniyê hene lê mixabin li gel me çandinî kirine nava wezareta aboriyê, ev jî şaş e.”