Rojnameya Ronahî

Li Kobanê xwedîkirina elokan di van salên dawî de çima paş ketiye?

Xwedîkirina elokan li gundewarê Kobanê di van salên dawî de paş ketiye. Herwiha li gorî heywanên lîs yên din bihayê goştê elokan girantir e.

Sal bi sal xwedîkirina hin heywanên lîs li gundewarê Kobanê paş dikeve. Yek ji wan beşan elok in. Li gel wê jî xwesteka kirîna wan bi taybetî berî hatina sersalê, zêde dibe.

Berê welatiyên herêmê bi piranî elok xwedî dikirin, lê xwedîkirina wan ya niha li gundan tene heye.

Ji cureyên mirîşkan ku şêniyên gundewarê Kobanê xwedî dikin, mirîşka xerxer e ku rengên wê yê reş, spî, sor û bronzî hene. Ev cure zû mezin nabe. Giraniya wê jî di navbera 4-8 kîloyan de ye û ji pînikê xwe herî zêde 3 kîlometre dûr diçe û vedigere.

Gelek navên vî cureyî hene. Ku çend ji wan ev in: Mirîşka romî, hindî, tirkî û misirî. Herwiha gelek cureyên wê hene; bronzî, holandî ya spî, bronziya sor, mirîşka xerxer.

Elok berî hatina biharê, kêmî 20 hêkan dikin û 4 hefteyan dimîne heta ku çûçikên wê derdikevin. Di havînê de jî hêkan dikin. Lê dema çûçikên wê derdikevin, baldariyeke baş dixwaze. Divê ji tavê bên parastin. Çimkî nexweş dibin. Herwiha divê gelek dermanên taybet bên dayîn.

Bihayê elokên nêr 25 hezar lîreyên Sûriyê ye, lê elokên mê 15 hezar lîreyên Sûriyê ye. Gelek caran di şahiyan de, bi taybetî sersalê, tên xwarin.

Serjêkirina elokan li gel şêniyên gundewarên Kobanê, bûye adetek. Hin jî vî adetî dibînin ku ji ewropiyan hatiye girtin.

Xwedîkereke elokan ya li gundewarê Kobanê Zelîxe Îso wiha got: “Xwedîkirina elokan li gundewarê me pir paş ketiye, sedema wê jî pêşketina şaristaniya li herêmê ye.”

Zelîxe Îso wiha domand: “Li gel wê zêdetirî 20 elok hebûn. Lê çandina baxçe û daran bandoreke mezin li paşketina xwedîkirina wan kir. Ji ber ku elok ji berên daran pir hez dikin û cotkaran aciz dikin. Ev jî dibe sedem ku gelek elokan xwedî nekin, da ku nebe sedema acizbûna şêniyan.”

Zelîxe Îso hêvî kir ku şêniyên gundan ji nû ve elokan xwedî bikin, da ku vê mîrasê biparêzin.

(fr)