Rojnameya Ronahî

YE: Tirkiye bi kiryarên xwe rewşê aloztir dike

Wezîrên karê derve yên welatên Ewropa li hemberî kiryarên dewleta tirkî yên li rojhilatê Derya Spî, Libya û Qibrisê bertekên xwe nîşan dan.

Li gorî Ruetersê, wezîrên karê derve yên Yekîtiya Ewropa (YE) gotin, “Dewleta tirkî ji bo çareserkirina nakokiyên li ser çavkaniyên gaza xwezayî ya li rojhilatê Derya Spî, alîkarî nedaye..

27 wezîrên ku ji bo nirxandina sedemên cezayên aborî li ser Enqer hatine erkdarkirin, diyar kirin ku dewleta tirkî ji Cotmehê ve nakokî zêde kirine.

Dîplomatekî payebilind yê YE Josep Borrell têkildarî civîna 1 û 2`ê Cotmehê dema ku berpirsên YE muhlet dan Enqere ku çareseriyeke dîplomatîk bibîne, wiha got: “Mixabin, ji dema civîna dawî ya Meclisa Ewropayê ve, ti pêşketin çênebûne.”

Borrell axaftina xwe wiha domand: “Kiryar û tevgerên dewleta tirkî nehatin guhertin, berûvajî, di gelek aliyan de rewş aloztir bû.”