Rojnameya Ronahî

SOHR: Di teqîna li Serê Kaniyê de 14 dagîrker hatin kuştin

SOHRê ragihand ku di teqîna li Serê Kaniyê de 16 kes hatine kuştin, di nav de 3 leşkerên dewleta tirkî û 11 jî çete ne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR) ragihand ku jimara kesên di teqîna li Serê Kaniyê de hatîn kuştin derket 16 an. Di nava wan de 3 leşkerên Tirk (1 jê efser), du sîvîl û 11 çete ne”.

Li gorî SOHRê, dibe ku jimara kuştiyan zêde bibe. Lewre 12 birîrndarên rewşa wan giran hene ku hin ji wan leşkerên Tirk in. Herwiha agahî ji birîndarên din nîne.