Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyê ragihand ku artêşa tirkî ya dagîrker girê Til Helef dikole û şûnwarên wê tevan didize.
Bajaroka Til Helef 3 km. li başûr-rojavayê bajarê Serê Kaniyê yê dagîrkirî dikeve.
SOHR’ê piştrast kir ku artêşa tirkî ya dagîrker şûnwarên gir didize.
Girê Til Helef cihekî dîrokî ye û dîroka wê vedigerê berî 6 hezar salan Berî Îsa û gelek şaristanî li ser hatine avakirin.
Dewleta tirkî ya dagîrker ji roja derbasî Sûriyê bûyî û erdê wê dagîr kirî ve, dest bi guhartina demografiyê kiriye.