Rojnameya Ronahî

Turkiye dîsa li ber deriyê YE

Derwêş M. Ferho

Di 10 û 11ê Kanûnê ve civîna YE pêk tê. Li cem gelek xalan yek ji rojevê prosesa endametiya Turkiyê ye. Goman heye ku bi awayekî ciddî were axaftin. Kiryarên van demên dawî li Turkiyê, li Rojhilata Navîn, Kafkasya û Deryaya Spî sedema gelek bertekan e. Bi taybetî Fransa, Yewnanîstan û Kibris serkêşiya rexna Turkiyê dikin. Ji bo rewşê ji bo xwe biguhere, ev çand roj in Erdogan jî xulamokên xwe şandine Ewropa.

Erdogan ji bo dîsa bixapîne merivên xwe şandine û li nav rêvebirên Ewropa li piştgiriyê digerin. Muweqet be jî dev ji dijminahiya Ewropa berdaye. Lê bi pirranî nebe jî plan û kesayetiya Erdogan baş hatiye nasîn. Doh li ber bayê Rojhilat be, îro dikare li ber bayê Rojava ye, sibe dîsa Rojhilat yan jî aliyekî din govenda xwe dike. Lê her tim di nava çarçeweya Turko-Islam de dimîne. Jibîrnebuye dema Erdogan, Gül, Davutoglu û lotikciyên wan di salên destpêka hikûmeta xwe de (2002) YE “Koma Xiristiyanan” hevalbendên Siyonîzmê bi nav dikirin.

Lê, YE jî di gelek deman de bi derew û lîstikên hikûmetên Turkiyê têne xapandin. Yan jî naxwazin rastiya wê dewletê qabûl bikin. Rola Angela Merkel û hin rayedarên din giran e. Berjewendiyên aborî, peywendiyên dewletî gelek caran çavan kor, guhan kerr dikin. Ji her kesî zêdetir dizanin ku li Turkiyê biqasî misqalekê rêzdariya mafên merovan nabe. Bi awayekî giştî ew welat zîndaneke bê dîwar e. Ji roja avabûna dewleta Turkiyê, ji Peymana di navbera Yekîtiya Aborî ya Ewropa û Turkiyê de hatiye îmzekirin heta îro tu guhertinên ber bi demokrasiyê pêk nehatine. YE vê dibîne, zane, lê dîsa bi salan e bi sed milyonan Euro didin Turkiye ji bo qaşo demokrasî li Turkiyê pêk were.

Rastiyeke din heye. Ne bes Erdogan û lotikciyên wî ji vê rewşê, ji dep û dolabên dewleta Turk berpirsiyarin. Heta niha kî hatibe ser kursî bi muxalefetê ve bi wî mêjiyê xwe yê Pan-Turkizmê kar kirine. Niha jî ïslamo-Turkçitiyê dikin. Tekcî, leşkerî, faşîst, nîjadparêz in. Tek-tuk kesên demokratên durust li Turkiyê her tim li ber şek û pekan çûne û nebûne xwedî gotin û biryar. Bi dehhezaran bîrewer, siyasetvan, rojnamevan, nivîskar, hunermend hatine zîndankirin. Zîndankirina 16 parlementer, 48 şahredar ji ûn hezarên din ji HDP ji sedema bîr û ramanên xwe li ber çavan e.

Ne huquq hebûye ne jî hedefa vê dewletê ber bi qeraxê hiqûqê ve çûye. Her roja diçe xerabtir dibe.

Rayedarên YE di 11 û 12ê Qanûnê de civîna xwe pêk tînin. Pirranî nebe jî gelek berpirsiyarên YE vê carê dixwazin dersekê bidin dewleta Turk. Macron ji Fransa tev Yewnanistan û Kibris bi vê biryarê xuya dikin. Çend hikûmetên YE, netewî yan jî herêmî, bi vê yekê re hemfikir in. Biryar û daxwaza ku hikûmeta Flanderen li ser vê mijarê stendiye balkêş e. Serokwezîrê Herêma Flanderen Jan Janbon di daxuyaniya xwe de behsa vê mijarê dike û bi awayekî heşkere dibêje “êdî bes e, em çav û guhên xwe ji Turkiyê re negrin. Turkiye alîkariya ku em ji bo refaha civakî, huqûqî, perwerdê didin ji bo armancên şerrê derdorê xwe bi kar tîne”.

Gotinên Erdogan: “em bi şahbûna xwe mafdar in, ji ber ku em Ewropî ne” vê carê wî ji rexne û biryarên dijwar xelas nake. Loma wî, tirşikciyên wî û gelekên din ji sîstema dewletê xwîna sedhezaran rijandine. Bi sedhezaran kes zîndan kirine. Bi milyonan kes koçber kirine.

YE êdî dibîne ku hedefa dewleta Turk pêkanîna împaratoriyeta Osmanî ye. YE jibîr  nekiriye ku daxwaza S-400 ji Rusya kiriye.

Hêvî ew e ku YE dewletek weha nake bela serê xwe.