Rojnameya Ronahî

Washington wê Qanûna Qeyser fireh bike

Nûnerê  Emerîka yê Karûbarê Sûriyê Joel Rayburn di civîna parlamentoya Emerîka de ya têkildarî Qanûna Qeyser li ser kesên ne sûrî, got, emê cezayê Qeyser li kesên din jî bibirin.

Joel Rayburn got, dibe ku ev qanûn li ser kes û aliyên rûsî jî pêk wer û armanca me ji vê ew e ku Beşar Esad bê desteka biyanî bimîne.

Derbarê firehkirina Qanûna Qeyser de berî 20`ê Çile, ango berî destpêkirina Jeo Biden ya erkê xwe, Joel Rayburn diyar kir ku niha nikare deteyan parve bike, lê Emerîka hewl dide di demeke nêz de hinek gavan biavêje.

Girêdayî heman mijarê berpirsê emerîkî da zanîn ku bê çareseriya siyasî, ti alîkariyên jinûveavakirinê ji Sûriyê re nayên pêşkêşkirin.