Li gorî çavkaniyên ji Eyn Îsa, ji bo rawestandina êrişên dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê û çavdêriya agirbestê, QSD’ê, Rûsya û hikumeta Şamê li hev kirin ku 3 nuqteyên çavdêriyê yên hevbeş li Eyn Îsa ava bikin.
Li gorî heman çavkaniyan, di civîna dawî ya di nava fermandarên QSD’ê, leşkerên Rûsya û Sûriyê ya li baregeha Rûsya ya li Eyn Îsa de, lihevkirin çêbû. Di lihevkirinê de divê 3 nuqteyên çavdêriyê yên hevbeş li derdor û hundirê Eyn Îsa bên avakirin. Da wê biparêzin û çavdêriyê li agirbest û kiryarên dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê bikin.
Lê heta niha derbarê mijarê de ti daxuyaniyên fermî ji aliyê QSD’ê ve nehatine dayîn.






